Qeymeqamtiyê got xanî saxleme û pere birî
09:02
JINHA
AMED - Gelê Sûrê ku mala wan hat xerakirin û hemû alavên wan hatin talankirin, ji aliyê qeymeqamê Sûrê ve pereyê kirê dihat dayîn û hat hînbûn ku qeymeqam gotiye 'Xaniyê we saxleme' û pere biriye.
Di qedexeyên derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê gelek welatî mexdur bûn û mal û xaniyên wan hatin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin wêrankirin. Qeymeqamtiya Sûrê di bin navê 'pereyê kirê de' mehane per dda malbatan. Lê qeymeqam ji bo welatiyên taxa Dabanoglu ev pere birî.
'Tugleyek jî nemaye'
Jina ku nexwest navê xwe bide got mala wê di meha tebaxê de hatiye vekirin lê dîwarek jî ji mala wê nemaye û got: "gotin ti êdî dikarî biçî mala xwe û pere birîn. Ti tiştek nameye. Ne xanî û ne alav. Dibêjin mala te ne li cihê qedexeya ti dikarî biçî. Yek tugleyek jî ji mala min nemaye."
Her wiha da zanîn ku ji ber êrîşan neçar manej i mala xwe derkevin û got: "Dema qedexeyê ez ducanî bûm. Dema ez derketim ku nan bikirim, leşkeran difûn li min dikirin.
(mm/hu)