Zimanê kolanê: Bi OHAL'ê re şîdeta li ser jinê zêde bû
09:06
JINHA
STENBOL- Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê şûnde bi pêkanînên OHAL'ê re şîdeta li ser jinan zêde bû. jinan balkişand ser vê rewşê û gotin: "Pihînên di otubusan de tên avêtin, gotinên li dijî jinên şort û etek li xwe dikin û gelekên din ji ber OHAL'ê zêde bûne."
Piştî hewldana darbeyê 15'ê Tîrmehê şûnde bi OHAL'ê re binpêkirina mafan zêde bûye. Jin jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Şanoger Çîgdem Sayinê balkişand ser bêhiqûqiya bi OHAL'ê re hatiye jiyînê û got: "Desthilatdarî ti carî bi pirsgirêka jinê re eleqeder nebû. Em nehatin dîtin. Di dema darbeyê de di civakê de teqîna xwebaweriyê, teqîna mêr çêbûye."
'Şîdet zêde bû'
Çîgdemê di berdewamiyê de anî ziman ku piştî pêkanînên OHAL'ê zextên li ser jinan zêde bûne û got: " Bi OHAL'ê re zextên li ser jinan jî zêde bûn. Di otubusan de jin tên pihînskirin, jinên şort û etek li xwe dikin rastî heqeretan tên."
'Her kes bi fikare'
Xwendekara psîkolojiyê Elîf Akdemîrê jî bi lêv kir ku bi pêkanînên OHAL'ê re li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûne û got: "Ez ji bo hevdîtinê diçim girtîgeha Bakirkoyê. Ji ber binpêkirina mfan girtî çalakiya runiştinê pêk tînin. Pirtûkan nadin girtiyên jin. nayên dermankirin û rastî şîdeta fîzîkî tên. bi OHAL'ê re binpêkirina mafan zêde bûye."
Nezahat Alkanê jî destnîşan kir ku jinan li vî welatî her tim OHAL jiyaye.
(bk/hu)