Çalakiya rûniştinê ya HDP û DBP’ê bi dawî bû

09:09

JINHA

AMED- Çalakiya rûniştinê ya HDP û DBP'a Amedê ku li dijî operasyonên qirkirina siyasî dest pê kir, di roja 5’emîn de bi dawî bû.

Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê yên Amedê, li di jî operasyonên qirkirina siyasî li ber avahiya DBP’a Amedê 5 roj berê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Ligel rêveberên DBP, HDP’ê yên navend û navçeyên Amedê, TUHAD-FED û gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha di dema ku çalkiyê berdewam dikir polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî avahiya DBP’ê dorpêç kiribûn.

Piştî 5 rojên çalakiyê, beriya ku çalakiyê Alîgirê Hevserokê HDP’a Amedê Nevzat Ozgen axivî û wiha got: “ Parêzerên me îro çûn û hevalên me ên ku niha di binçavan de ne, dîtin. Niha hevalên me li eywana sporê ya muduriyeta polîsan tên rawestandin. Me agahî ji hevalên xwe wergirt û em îro çalakiya xwe bi dawî dikin.”
Her wiha di dema ku çalkiyê berdewam dikir polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî avahiya DBP’ê dorpêç

(ra-bc/mk)