Foza Yûsif: Sîstema federaliya demokratîk sîstema jinê ye

09:33

JINHA

QAMIŞLO - Tevahî dezgeh û rêxistinên jin ên rojavayê Kurdistanê bi armanca nirxandina reşnivîsa sîstema federaliya Demokratîk û rola sereke ya jinan li bajarê Qamişlo li hev kombûn.

Civîna ku Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk ya Kongreya Star organîze kir, li Navenda Weqfa Jina Azad a Rojava ya li bajarê Qamişlo pêk hat. Di civînê de endama Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê û endama komîteya amadekar ya reşnivîsa Hevpeymana Civakî Foza Yûsif ji nûnerên rêxistinên jinan re Hevpeymana Civakî û rola jinan vegot. Nûnerên rêxistinên Kongreya Star, Baskê jinan a PYD'ê, Mala Jinê, Meclîsa Dada Civakî, Tevgera Nûjen, Yekîtiya Lîberalên Kurdistanê, Weqfa Jina Azad, Mekteba Jinên Şaredariya Gel ya Kantona Cizîrê, Partiya Nîştîmanî Kurdistanî û endamên Komîteya Kongreya Star di civînê de amade bûn. Foza Yûsif nirxandineke berfireh derbarê têgeh û rêgezên reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyeyê kir.

'Pîvanê me yê demokrasiyê azadiya jinê ye'

Foza Yûsif diyar kir ku pîvanên wan ên demokrasiyê azadiya jinê ye û wiha domand.: "Di xebatên amadekariya reşnivîsa sîstema Federal de em wek jin pir aktîf beşdar bûn. Hemû hevalên jin ên di vê xebatên de jî bi şiyarî û zanebûna zayendî tev geriyan. Di her bendeke reşnivîsa Hevpeymana Civakî de hesaba ku dê ji azadiya jinê re rê veke yan berovajî be, dihate bidest girtin. Di encam de ev Hevpeyman pêvajoyeke bi qasî sedan sal digire pêşiya xwe. Lewre jî divê pîvanên wê yên azadî û demokrasiyê bilind be." Fozayê da zanîn ku pêvajoya amedekirina reşnivîsê hêsan nebû û got: "Em di wê zanebûnê de ne, ku ger di şoreşê de û beriya wê têkoşîneke ewqas mezin nehatibûya dayîn, me jî nedikarî cesaret bikira ku van bendên jinê derbas bikin."

'Dê jin bixwe biryara xwe bide'

Fozayê rêgezên sereke yên Hevpeymana Civakî jî wiha rave kir: "Di esas de dê hemû biryarên derbarê jinê, ji hêla wê bixwe ve were wergirtin. Li beramberî vê nerazîbûn pêşketin lê me pir israr kir. Herwiha em wek rêgez dibêjin ku jin divê di her mijarekê de jî xwedî nêrîn be. Ji ber ger em bi nêrîna jinê sîstema xwe bandor nekin, em ê ber bi paşve vegerin. Herwiha sîstema hevserokatî dê di tevahiya dezgehên rêveberiyê de were bicihkirin. Wek din pêwîstî heye ku jin xwe di sîstema edaletê de jî xurt bike. Wiha jî dê demokrasî bibe çand. "

'Exlaqê azadiyê dê bibe çanda civakê'

Fozayê destnîşan kir ku divê exleqê azadiyê bibe çanda civakê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Lewre divê civak îkna bibe, jin dê li herqadê jiyanê cihê xwe bigre. Nexwe dê wir xirab bibe." Fozayê bilêv kir ku wan hewl da nêrîn, wîjdan, zanist û demokrasiya jinê di hevpeymana Civakî de nîşan bidin û wiha pêde çû: "Em wek jin rola xwe di vê sîstemê de dipirsin. Wek gelê kurd û wek jin cara yekemîn e ku firsenda azadiyê ketiye destên me. Di encam de netew-dewlet li kêleka desthilatdarî û nîjandperestiyê zayendperestiyê jî pêş dixin û li gor nêrîna dewletê jin makîne zarokanînê ya zêdekirina artêş û karkeran tê dîtin."

'Sîstema Federal sîstema jinê ye'

Fozayê anî ziman ku sîstema netew-dewletê îflas kiriye û dewletên herêmê Sûriye, Îran, Tirkiye û Iraq jî mînak nîşan da. Fozayê got ku ji bo gelan û jinê pêvajoya avakirinê ye û berdewam kir: "Azadî di zanebûn û rêxistinê de veşartî ye. Di vê wateyê de em dibêjin ku sîstema Federal Demokratîk sîstema jinê ye. Lewre em ê wek jin xwedî lê derkevin."
Civîn bi nîqaşên kur yên jinan bi dawî bû.

(en/mr/rc)