Operasyona Mûsilê dest pê kir
09:39
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ku bi rojan bû li bendê bû dest pê kir.
Li gorî nûçeya ku di jansa nûçeyan a Rojnewsê re derabs bû, hat aşkerakirin ku Operasyona Mûsilê ya ku li bendê bû bê destpêkirin saet di 05:30’an de li rojavayê Mûsilê li herêma Xazir dest pê kir. Li gorî çavkaniyeke pêşmergeyan hat aşkerakirin ku hemû amadekarî qediyane û operasyonê dest pê kiriye.
Ji aliyekî din ve jî hat aşkerakirin ku li rojavayê Mûsilê dûrî bi 40 kîlometreyan li Çiyayê Zerdekê ku li eniya Xazirê ye gelek leşkerên DYA’yê hatine bicihkirin. Her wiha hêzên koalîsyonê jî ev du rojin ku Mûsil û derdora wê tê bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê Herêma Kurdistanê ve hat dayîn jî hat diyarkirin ku 4 hezar pêşmergeyên tevil Opersyona rizgarkirina Mûsilê bûne jî dê gundên herêma Xazirê ji sê hêlan ve ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.
(fk/mk)