Nûçegîhanê DÎHA’yê hat binçavkirin
10:44
JINHA
MÛŞ – Nûçegîhanê DÎHA yê Mûşê, Îdrîs Sayilgan di serdegirtina li ser mala xwe ji aliyê polîsna ve hat derbkirin û hat binçavkirin.
Dİ seatên serê sibehê de li Mûşê bi ser mala nûçegîhanê DÎHA’yê yê ku li Taxa Yeşîlyurtê rûdinişt Îdrîs Sayilgan de hat girtin. Di ecama serdegirtinê de Îdrîs Sayilgan ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û pitre jî hat binçavkirin. Her wiha di serdegrtina ku derî û paceyên mala Îdrîs hatin şikandin de wênekêş, kamera karta hafizayê yên ku Îdrîs ew bi kar dianîn jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Îdrîs ê ku serê wî li dîwêr hat xistin û hat derbkirin birin Muduryeta Eminyetê ya Navçeyê û sedema binçavkirina wî jî nehat aşkerakirin.
(dc/mk)