Walîtiya Şirnexê projeya avakirinê ya şaredariyê red kir!
11:46
JINHA
ŞIRNEX – Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez der barê pirojeya Şaredariya Şirnexê ya avakirna 400 xaniyên ku piştî hilweşandina xaniyan li Şirnexê ji bo kesên di konan de dijîn hatibû pêşxistin û ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hat redkirin de nirxandin kir. Aycan diyar kir ku walîtî bi redkirina projeyê re dixwaze gelê Şirnexê mexdûr bike û got ku fîrmayên nêzî AKP’ê di dema hilweşînê de alavên giranbuha yên gel jî desteser kirine. Her wiha Aycan aşkera kir ku walîtiyê der barê projeya şaredariyê de jî gotiye “ Ger hûn ava bikin em ê xirabikin” û şaredarî tehdît kiriye.
Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez ya ku helwesta walîtyê ji JINHA’yê re nirxand, qedexeya derketina kolanan a ji 14 adarê ve ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hat ragihandin bi bî xist û got ku qedexeya li bajar di meha 8’emîn de berdewam dike. Aycan destnişan kir ku gelê Şirnexê yê ku niakre bikev navenda bajêr bi nexeqiyeke mezin re rûbirû ye, lê dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û axftina xwe wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya dewletê ew bû ku bi vê neheqiyê re gel ji warê wî bide koçberkirin. Lê gel ev helwesta hikûmetê vala derxist û li derdora bajar ji bo xwe kon vekirin û dest ji berxwedan û warê xwe berndeda.”
‘5 tax wekî tax wekî qada xeter hatin îlankirin’
Aycan diyar kir ku hejmara gel a li şirnexê di navbera 15 û 20 hezarî de ye û ev tişt got: “ Di serî de malbatên ku çûne li Cizîr, Sîlopî û Sêrtê bi cih bûne jî hene. Malbatên ku di serî de çûn li Êlih û derdora Mêrsînê bi cih bûn dîsa li warê xwe vegeriyan û helwesta dewletê ya valakirinê vala derxistin. 5 taxên bajar bêyî ku hincetekê nîşan bidin wekî qadên xeter ragihandin, ji bo ku hilweşînê berdewam bikin û çanda bajar ya kevnar ji holê rakin.”
‘Armanç mexdurkirina gel e’
Aycan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jixwe waliyê Şirnexê qet wan muxatap nagire û wiha axaftina xwe berdewam kir: “ Me bi alîkarê walî re hevdîtneke devkî kir û me got ku projeyeke me ya avakirinê heye û divê ku hûn jî erê bikin hemû karên din dê belediye bi îmkanên xwe bikie. Lê walîtiyê bersiva me neda. Pitî vê hevdîtnê şaredariyê bi awayê nivîskî serlêdana avakirina 400 xaniyên ku dê ji aliyê şaredariyê ve bên çêkirin kir. Der barvê serlêdanê de jî aliîtiyê bersiva, ‘ger hûn çêbikin em ê hilweşînin’ da û em tehdît kirin. Ji vê helwest walîtiyê jî diyar dibe ku dixwazin gel bêhtir mexdû r bikin. Dewlet bi van hewldanên xwe dixwaze ku Şirnexê bê mirov bihêle û bike qada leşkrî. ”
(he/sy/mk)