Hevserokên HDP û DBP’ê yên Mûşê hatin binçavkirin

13:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Mûş û Dêrsimê serdegirtinên malan hevserokên DBP û HDP’ê yên Mûşê hatin binçavkirin.

Li Mûşê polisan ser malên endam û rêveberên HDP û DBP’ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malên endam û rêveberên HDP û DBP'ê de Hevseroka HDPê ya Mûşê Ayşe Soylemez, Hevseroka DBP'ê ya Mûşê Hatice Şeker Endama Meclisa Şaredariyê Çiçek Tutuş binçav kirin. Polisan piştî di serdegirtinan de 3 rêveber birçav kirin birin midûriyeta polîsan a Mûşê. Piştî binçavkirinê polisan bi ser avahiyên HDP û DBP'e de girt û lêgerîn kirin.

Li Dêrsimê serdegirtinên malan

Polîs û leşkeran serê sibê li Dêrsimê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. Leşkeran li gundê Harçik bi ser mala welatiyê bi navê Ferhat Guven, li gundê Sorpiyan, bi ser mala welatiyê bi navê Bedri Akyol, li gundê Gazikê bi ser mala welatiya bi navê Nazli Çelik de girtin. Polisan hem bi ser mala Ali Ulufer û hem jî bi ser kargerya wî de girt. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de Nazli û Ali binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Di serdegirtina malan de polisan bang li Ferhat û Bedri kirin û xwestin biçin îfadeyê bidin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.

Hevserokên HDP’ê yên Qelqeliyê serbest berdan

Li aliyê dinê di serdegirtinên 12’ê cotmehê de hevserokên HDP’ê yên navçeya Qelqeliyê Recep Ceylanci û Sema Çaygeç girtibûn binçavan, piştî ku li Muduriyeta Ertemêtanê îfade da serbest hatin berdan. Hevseroka DBP’a navçeyê Asli Kaymaz ji sewqî Şaxa TEM ya Wanê kirin.

(zt)