Navenda Mafên Mirovan banga azadiya Nêrgiz Mihemed kir
13:37
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN – Navaneda Mafên Mirovan ya Îranê bi nameyekê banga azadiya Cîgira Seroka komeleya Mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî kir.
Rejîma Îranê ji bo çalakvana mafê mirovan Nêriz Mihemed ku cara herî dawiyê derxist pêş dadgehê û 6 salên din li ser cezayê wê yê 10 salên pêştir jê re hatîn dayîn, zêde kir. Li gor nûçeya Radyo Zemanê ya Îranê, di 15’ê cotmehê de Navenda Mafên Mirovan ya Îranê bi daxuyaniyek bang li azadîxwaz, Rêxistn û kesên parêzvanên mafê mirovan kir ku bi tevahî hêzên xwe ji bo azadiya Nêrgîz Muhamadî tevbigerin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser çalakiyên ku Nêrgîz ji bo parastina mafê girtiyên siyasî, jin, rojnamevan û kêmîneyê etnîkî û olî pêş xistiyeû wiha hat gotin: "Dewleta Îranê dixwaze bi van kiriyarên xwe, vê çendê îspat bike ku li vî welatî berdêlên azadiyê gelek giranin û bi vî rengî dengê parêzerên mafên mirovan qut bike."
Li gorî nûçeya BBC'î jî hat diyar kirin ku parlementerên Îranê ji bo azadiya Nêrgîz Mihemed peyamek ji bo Serdozgeriya Îranê şandiye. Ev nameye ku bi îmzayên Fatime Zulqder, Alîzade Mehbub, Mehmud Sadqî û Alî mutehrî hatiye şandin de hate gotin ku tendûristiya Nêrgîz Mihemed xirab bûye, ji zarokên wê jî dûr girtin encamên neyînî bi xwere dê bîne.
Di heman de parêzerê Nergîzê jî diyar kir ku ew bi hêvîne ku dozgerî di hikma ser Nêrgîzê de ya ku bi aweyek şaş hatî dayîn sererast bikin.
(sm/şb/rc)