Ji bo wêneyên Sakîne û Gurbetellî ceza hat xwestin
14:07
JINHA
AMED - Ji ber daliqandina wêneyên Sakîne Cansiz û Gurbetellî Ersoz ku li fuara pirtûkan ji bo danasîna pirtûkan hatin daliqandin li xebatkara Wêşanen Aramê Emîne Ozkan doz hat vekirin û ji bo Emîne 5 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di 17-22'ye gulane de li Sumerparka Amedê 2'yemîn Fûara Pirtûkan hatibû vekirin.
Di fûarê de li standa Weşanên Arame ji bo danasîna pirtûka siyasetmedar kurd Sakîne Cansiz a ku li Parîsê bi 3 hevalên xwe re hat qetilkirin 'Hep Kavgaydi Yaşamim' û ji bo Yekemîn Gerînendeya weşanê ya giştî a Tirkiyeye Gurbetellî Eersoz 'Yuregîmî Daglara Verdîm' wêneyê herdu jinan hatibû daliqandin.
Dozgerê Komarê yê Amedê bi hinceta ku fotoyên Sakîne Cansiz û Gurbetellî Eersoz daliqandiye li xebatkara Weşanên Aramê Emîne Ozkan bi îdiaya "propagandaya" rêxistinê kiriye doz vekir. Doza ku hat vekirn dê li 4'emîn Dadgeha Cezaye Giran a Amedê bê dîtn. Her wiha dozger ji bo emîne heta 5 sal cezayê girtîgehê xwest.
(gc/mk)