Çalakiya Kedkarên çapemeniyê didome
14:54
Cotmeh
17
/ 2016
JINHA
WAN - Çalakiya nobedê ya xebatkarên Van TV û Dogu Radyoyê di roja 18'emîn de berdewam dike.
Çalakiya nobedê ya xebatkarên Van TV û Dogu Radyoyê yen ku bi biryara KHK'ê hatin girtin ket roja 18'emîn. Piştgiriya kedkarên çapemeniyê yên ku li ber avahiya Van TV di nobedê de ne ji her roj zêde dibe. Di çarçoveya pitgiriya ku tê dayîn de parlamenterê HDP'ê Adem Geverî jî çû serdana kedkarên çapemeniyê.
Her wiha kedkarên ku di novbedê dene jî diyar kirin ku dê nobeda xwe bi biryar berdewam bikin.
(ng/dc/gc/mk)