Hevşaredarên jin: Em ê têkoşînê dewam bikin
15:53
JINHA
WAN – Hevşaredarên jin li hember tindiyên ser DBP û HDP’ê li gel qeyûmên danîne ser şaredariyan diyar kirin ku dê têkoşînê mezin bikin.
Hevşaredarên jin li Şaredariya Westanê girêdayî qeyûmên danîne ser şaredariyan li gel di dema dawî de zêdebûna tindiyên ser navend û navçeyên DBP û HDP’ê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Hevşaredara Qelqeliyê Elif Yigit, endamên meclisa şaredariya navçeyê, Wekîla Hevşaredara Erdetêmanê Nurhayat Çelik û Hevşaredara Payizovayê Yildiz Çetin amadebûn. Di civînê de Elif Yigit diyar kir ku êrîşên ser şaredariyan, DBP û HDP’ê bi tayibet êrîşên ser vîna jinan û gelê kurd e.
Elif wiha berdewam kir, “Niha baştir bêtehmuliya wan a li hember xebatên jinan tê dîtin. Em pergala AKP’ê ya ku jinan ji navendên civakî durdixe red dikin. Em carekdin dibêjin em ê têkoşînê mezin bikin.”
(zt)