Li Enqerê 45 rojan sepandina rêveberiya awarte!
08:52
Cotmeh
18
/ 2016
JINHA
ENQERE – Walîtiya Enqereyê, bi hinceta ewleyiyê heta 30’yê mijdarê hemû civîn, xwepêşandan û meş qedexe kirin.
Walîtiya Enqereyê ya ku di demên dawî de destûra lidarxistina tu çalakî û faaliyetan nade, rêveberiya awarte ya ku li temamiya bajêr disepand bi awayekî fermî da der. Walîtî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, heta 30’yê mijdarê lidarxistina hemû civîn, xwepêşandan û meşan qedexe ye. Walîtî ji bo qedexeya ku nêzî 45 roja ye wek hincet “hewldanên pêkanîna çalakiyên rêxistinên terorî” nîşan da.
(zt)