ROJEVA 18'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Endama Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk Ozkanê diyar kir ku girtiyên jin li girtîgehan di serî de rastî îşkenceya fîzîkî û zayendî û gelek pêkanînên din re rû bir û dimînin û got girtîgeh li gorî mêra hatine dîzaynkirin û wiha got: "Girtîgeh li gorî ku mêr dikarin bimînin hatine çêkirin. Di civakê de çawa nêzî jinan dibin li girtîgehan jî heman awayî nêz dibin."
*Navenda Çandê ya Arzela ku armaca wê belavkirina çand û hunera kurd û rengê jinê ye bi navê 'Pêşbirka xwendinê' pêşbirka xwendina pirtûkên Kurdî pêk tîne û dîroka dawî ya serlêdanê heta 1'ê mijdarê ye.
*Çoregê Paskalya ku di Cejna Vejîn û Paskalyayê de di mutbexên Suryaniyan de tê pijirandin bîhna wan li hemû taxê belav dibe û vê carê jî Gulşah Aydinê ji bo gelê Nisêbînê pijirand. Gulşahê got xwestine xwe bigihînin gelê wir û ji bo wan tiştekî bikin.
*Bi kampanyaya #FutbolJiherkesiye û #FootballPeople re, Komeleya Têkoşîna li dijî Şîdeta Zayendî got 'futbol ne qadeke ku em bêjin 'ya mêrane' û em dest jê ber didinê ye' û got: "Bi taybet kulup divê di vê mijarê de xwedî helwest bin. Em rê nadin zayendperestiyê. Heta divê di temaşekirina maçan de li kesên ku dijûnên zayendî dike cezayê men bê dayîn."
*Li Bangladeşa ku şîdeta li ser jinê û mirinên dayikan gelek zêde ye, aktîvîst Wasfîa Nazreen ji bo di xebatên jinan de çavkaniyan bibîne dest bi spora çiyavaniyê kir û jiyana wê bi belgefîlmê tê vegotin. Wasfîa derdikeve lûtkeyên çiyayan û pereyê ji vir qezenc dike jî ji bo jinan bikar tîne.
*Bi hatina payizê re serdema komkirina pebûyan jî hat. Jinên ku ji bo debara xwe bikin diçin çinîna pembo bi heqdestekî erzan û bê ewlehî dixebitin.
*Dayika bi navê Hidayet Şewket li ser daxwaza kurê xwe Çiya Efrîn ya ku di nava refên YPG'ê jiyana xwe ji dest daye, tevlî Hêzên Parastina Jinê dibe û çeka kurê xwe hildide. Hidayetê diyar kir ku parastina ax erkê her kese.
*Li bajarê Minbicê ku rengê reş û tarî li ser jinan sepandibûn û jiyana wan jî bi qasî cilên li ser tarî kiribûn, piştî rizgarbûna Minbicê bi berxwedana jinan jiyan ber bi roniyê ve diqulipe.