Wasfia Ji bo jinên Bangladeşê derdikeve lûtkeyan

09:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Li Bangladeşa ku şîdeta li ser jinê û mirinên dayikan gelek zêde ye, aktîvîst Wasfîa Nazreen ji bo di xebatên jinan de çavkaniyan bibîne dest bi spora çiyavaniyê kir û jiyana wê bi belgefîlmê tê vegotin. Wasfîa derdikeve lûtkeyên çiyayan û pereyê ji vir qezenc dike jî ji bo jinan bikar tîne.

Wasfia Nazreen, di 18'ê Mijdara 2015'an de derket çiyayê Puncak Jaya (Carstensz Pyramid) kuli Endozyayê ye. Ev serkeftin tenê bi çiyayê herî bilind yê herêma Avustralyayê sînor nema û di heman demê de yekem Bangladeşiya ku derket hemû lûtkeyên herî bilind yên cemserên li ser cîhane. Ji bo belgefîlma 11 deqeyî hat amadekirin û di belgefîmê de tê gotin ku armanc eve ku serkeftina jina Bangladeşî nîşanê hemû cîhanê bidin.

Li gorî nûçeya di Huffingtonpost cih girtiye derhêneriya fîlm Sean Kusanagî dike û navê belgefîlmê 'Wasfia' ye. Ev belgefîm serkeftina wê pîroz dike û heman demê de tê gotin ku hewldana Wasfîa Nazreen ji bo di mijarên çanda herêmî û mafên jinan de cudahiyê biafirîne ye.

Bi taybet derketina wê ya lûtkeyên çiyayê Klimanjaro (Afrika), Denali (Bakurê Amerîka), Elbrus (Ewropa), Aconcagua ( Başurê Amarîka), Carstensz Pyramid (Avustralasya), Vinson (Antarktika), Everest (Asya) ji bo jinên Bangladeşê ye.

Wasfia diyar dike ku li welatê wê Bangladeşê jin bi rêjaya herî bilind a mirina dayikan re rû bi rûye û got jinê di navbera temenê 14-49'î de yên zewicandî ji aliyê hevjînên xwe ve rastî şîdeta fîzîkî û zayendî tên. Wasfia di salên xwe yên zanîngehê û şûnde ji bo jin serkeftî bibin bû rêber.

Çû heta sînorê Hîndîstan û Tîbetê û li wir ji bo jin û penaberaan ji bo ji travmayê xilas bibin terapiya hunerî pêk anî. Wasfia ji bo jinên Bangladeşê nekevin fuhuşê jî perwerde bike bi saziya alîkariyê ya navneteweyî Care re xebitî.

Lê Wasfiya fonên ji saziyên civakî re tê veqetandin kêm dît û ji xwe re rêyek nû dît. Ji 2006'an heta niha sporiya çiyayî dike. Wasfia di 2011'an de hîmê saziya 'Bangladesh on Seven Summits' avêt û vê jî rêya serkeftina wê vekir. Piştî vê di 2016'an de Weqfa Osel ava kir. Ev weqs jî jinan teşwîqê sporê dike.

Wasfia Nazreen, di belgefîmla 'Wasfia' nêrînên xwe wiha vedibêje: "Ez hêj biçûk bûm hîsa di dilê min de ev bû ku ez azad bim û ji bilî min kesî nekarî wisa bike."

Li gorî vegotinên wê ew wek hêtîmekê mezin bûye û ji bo xwe xûrt hîs bike vê sporê dike û hêzê jê digire.

(fk\hu)