Li Minbicê bi berxwedana jinan jiyan nû de zindî dibe
09:09
Binevş Sarya/JINHA
MINBIC- Li bajarê Minbicê ku rengê reş û tarî li ser jinan sepandibûn û jiyana wan jî bi qasî cilên li ser tarî kiribûn, piştî rizgarbûna Minbicê bi berxwedana jinan jiyan ber bi roniyê ve diqulipe.
Dema li bajarê Minbicê mirov digere tişta herî zêde bala mirov dikişîne çarşefên reş in ku li jinan pêçandine û çavên wan li jiyanê hatiye girtine. Di encama dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya du sal û nîv de ya li bajarê Minbicê, ji tevahiya beşên civakê, jin zêdetir azarên giran dîtin. Jiyan ji bo wan hatibû kuştin, ew rengê jinan ên wek kûlîlkên biharê çilmisî bû û tenê di nav tarîtiyê de hatibûn hiştin. Armanca reşkirina wan ew bû ku wan bikin mijara meraqa ajoyên mêran û tenê bibin makîneya zayîn û kêfxweşkirina hevjînên xwe. Jin tenê weke koleyê mêran dihat dîtin. Jinên ku ligorî zagonên wan tevnegeribana jî bi aweyek hovane dihatin îşkence kirin û qetilkirin. Li Meydanên bajêr cihên ku îşkence li jinan dikirin, bi 40 qemçiyan li wan dixistin, an jî ji siharê heya êvarê li ber tava germ dihêştin angot li ber sermayê dihatin hiştin.
Jinan bi zorê tevlî perwerdehiya xwe dikirin
Yek ji tişta balkêş jî li vir jin bi rêya dibistanên olî bi vê nêrîna paşverû û zayendparêz perwerde dikirin. Jin neçar bûn ku biçin dibistanên olî û li wan deran li ser ayetên Quranê û şerîtê ku li gor nêrîna xwe şîrove dikirin, perwerde bibînin. Herwiha li ser dîwarên dibistanê jî resmên jinên bi çarşefkirî hatine xîzkirin. Jina bi navê Nadiye Ebdul Hemîd qala pergala perwerdehiya çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha got: "Em bi zorê dibirin van dibistanan."
'Em bi saxî dikuştin'
Nadiyeyê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê dema bajarê Minbicê dagir kiribûn tevahî mizgeft kirine cihên perwerdehiya olî û wiha got: "Hinek dibistan bi taybet avakiribûn. Min jî 21 roj di van dibistanan da perwerde dît. Çûyîna dibistanê mecbûrî û bi pere bû, ji her kesekê 40 hezar lîreyê Sûriyeyê distendin. Em jin neçar bûn zarokên xwe jî bibin. Her roj piştî nîvro demjimêr 14'an de dest pê dikir û waneyên me tev li ser ol bû. Meleyek dihat, lê me ew nedidît, ew li jorê dima, em li jêrê dirûniştin. Tenê me dengê wî dibihîst. Jixwe me çarşefên reş li xwe dikir. Ne dibû cihek ji canê me xuya kiriba. Keçeka min tu caran ebayê reş li xwe nedikir, lê ji bo neyê kuştin ji mal dernediket. Carna dema diçû nan bîne bê desmal derdiket, çeteyan ew bidîtana îşkence lê dikirin. Dîsa jî wê desmal neda serê xwe. Ez ditirsiyam rojekê wê bibin û serê wê jêkin. Nexweşiya min ya nefesê heye, ez nikarim rûyê xwe bigirim, dîsa jî wan bi zorê li min dikir. Ji bo ez bi wan bidim bawerkirin, ez çûm bijîşkên Minbicê. Lê cardin fayde nekir. Min bi mecbûrî rûyê xwe digirt, nedihiştin tiliya destên me jî xuya bike. Li vir em bi saxî kuştibûn. Xwendin û nivîsandina min jî nebû, ji bo min îşkence nekin, xwîşka min çend ayet fêrî min kiribû û wiha min xwe îdare dikir. Her kes mecbûr bû li wan dibistanan bixwîne."
'Ji bo jiyanek ronî em xwedî bawerî ne'
Nadiyeyê destnîşan kir ku di dema dagikeriya çeteyan de tevahî rengên jiyanê wenda bibû û wiha pêde çû: "Ger jinek bi mêrekî ji malbata xwe re, ji bilî hevjîn, bav an jî kurê xwe derketibûya, dihate girtin û îşkence kirin. Bi hevjînê xwe re jî derketibûya diviya metreyekê li pey wî bimeşiya. Jiyana me hatibû kuştin. Lê niha em êdî dikarin asayî bijîn. Pir guhertin çêdibin. Ligel ku hîna tirs û şopa wan rojan didome jî, ji bo jiyaneke ronî em xwedî bawerî ne."
'Min tu caran çarşefa reş li xwe nekir'
Keça Nadiyeyê Şeyma Qere Ehmed jî berxwedana xwe ya li beramberî zextên çeteyan anî ziman û wiha axivî: "Hemû jin mecbûr dikirin çarşefên reş li xwe bikin. Lê min qet lixwe nekir û ez hertim li malê dimam. Carna ez diçûm nan bikirim, dîsa jî min çarşef nedida serê xwe. Min di kolanê de însanên serjêkirî didîtin, ez ditirsiyam. Dîsa jî min li ber xwe da. Çand caran çeteyan ez dîtim û îşkence li min kirin. Bi israr min ev domand û ez neçûm dibistanên wan ên olî jî."
'Di dema DAIŞ'ê de her tişt qedexe bû'
Keça Nadiyeyê ya biçûk Heyla Qere Ehmed jî wiha got: "DAIŞ li vir serê mirovan jê dikir. Piştî em azad bûn, jiyan dubare xweş bû. Ez niha li vê dibistana ber deriyê mala me dixwînim. Di dema DAIŞ'ê de dibistan û lîstok tev qedexe bûn." Her wiha Şehid Qere Ehmed jî bi lêv kir ku ew dixwaze here dibistanê û wiha got: "Ez dixwazim biçim dibistanê. Ji ber ku niha jiyan xweş e. Min ji DAIŞ'ê qet hez nekir. Lê ez gelek ji şervanan hez dikim û spasiya wan dikim."
(en/rc)