Li zarokê 3 salî îstismara zayendî û îşkence kirin
10:09
JINHA
KOCAELİ - Li G.K û Î.Y. ên ku li dijî zarokê 3 salî êrîşa zayend pêk anîn û ji ber îşekenceya ku lê kirin bûn sedema mirina wî cezayê heta hetayê hat xwestin.
Zarokê bi navê A.C.K. Yê ku li Çaryirovaya Kocaeliyê dijiya ku ji aliyê dayika xwe G.K. ve bi îdiyaya ku ji pêlikê ketiye rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe jidest da. Lê piştî ku zarok mir di otopsiya ku li ser cenazeyê zarok hat kirin de hat aşkerakirin ku zarok ne ji pêlike ketiye, bi îstismara zayendî û îşkenceyê re rûbirû maye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Li ser giliyê ku piştî rapora doktoran hat kirin, zilamê bi navê G.K. û yê bi nave Î.Y. hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin.
Dozgeriya ku derbarê bersûcan de îdaname amedekir ji bo G.K. û Î.Y. yên ku bi îdiaya li zarok îşkence kirin û êrîşa zayendî pêk anîne hatin girtin de daxwaza cezayê hetabihetayê xwest.
(gc/mk)