Meclisa Jinên HDP’ê amadekariya ‘Hevdîtina Jinan’ dike
10:16
JINHA
STENBOL – Dê Meclisa Jinên HDP’ê bi mijara ‘Em hatine rêveberiyên xwe yên herêmî û qeyuman binirxînin’ hevdîtina jinan pêkbînin.
Meclisa Jinên HDP’ê bi mijara ‘Em hatine rêveberiyên xwe yên herêmî û qeyuman binirxînin’ di 22 yê cotmehê de dê hevdîtina jinan pêkbînin. Girêdayî hevdîtina ku dê li Hotela Elite World Prestige bê kirin de Meclisa Jinên HDP’ê daxuyaniyek niviskî weşand.
Daxuyanî wihaye: “Me ji me guhdar bikin. Me çi kiriye? Çi qazanc kiriye? Çi dibe? Em dikarin çi bikin? Pêdiviyên jinan çine, rêveberên herêmî ev pêdivî çawan dîtin û girêdayî jinan politikayên çawan pêşxistin? Jinan çi bidest xistin? Darbe, pêvajo û qeyuman dest dan ser çî. Niha divê çi bê kirin, çawan bê kirin û em bi hev re dikarin çi bikin.”
Di hevdîtinê de dê Hevseroka Giştiya HDP’ê Figen Yuksekdag, Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel, Berdevka Koma Jinên HDP’ê Besime Konca, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê gultan Kişanak û hevşaredarên şaredariyên qeyûm avêtine ser beşdar bibin.
(zt)