Agahî ji herêmên qedexekirî nayê girtin
10:40
JINHA
AMED - Li 14 gundên Amedê “qedexeya derketina kolanan” didome. Şevê din heta serê sibehê tevgera helîkoptaran hebû û têkîliya bi gundan re hatiye qutkirin.
Walîtiya Amedê li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlankirin. Qedexe du roj in didome. Şevê din heta serê sibehê tevgera hewayî ya helîkoptêran pêk hat û hêj li heremê ev tevger didome. Li gundan ligel zextê leşkeran berxwedana gel berdewam dike.
Şebeke û înternet hat qûtkirin
Ji duh êvarê ve li navenda Licê şebekeyên telefonan û xetên înteretê giran bûye. Her wiha li gundên qedexe lê hatiye îlankirin jî şebekeyên telefonan û xetên înternetê hatine qûtkirin. Têkiliya bi telefon û înternetê ya bi welatiyên gund re hatiye astengkirin û agahî ji heremên qedexekirî nayê girtin.
(rd/rc)