Li Mûsilê 9 gund û bejahiyek hat rizgarkirin

11:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê encamên roja yekem a operasyona rizgakirina Mûsilê li herêma Xazir de Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Seat 20:00’an de 17’ê cotmehê hêzên Pêşmerge li herêma Xazir a rojhilatê Mûsilê gelek hedefên sereke bidest xistin. Di nava kêmtir ji 24 seatan de 9 gund û bejahiyek fireh ser rêya serke ya Hewlêr û Mûsilê bi firehiya 200 km hat kontrolkirin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê der barê hêzên beşdar bûne de jî ev agahî da: “Operasyona rojhilat û başûrê Mûsilê bi kordîneya di navbera hêzên Iraqê de pêk hat. Hêzên Koalîsyona navnetewî jî bi piştgiriya xwe 17 çeperên DAIŞ’ê li herêmê bombebaran kir. Di operasyonê de 4 wesayîtên bombebarkirî hatin îmahkirin. Hêzên bêbandorkirina mayînan jî li herêmê xebatên xwe berdewam dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hat gotin: “Herî kêm nêzî 60 sazî û dezgehên ragihandinên navxweyî, herêmî û cîhanî şer li eniya pêş dişopînin.”

(rc)