24 saetên dawî yên operasyona Mûsilê
12:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat aşkerakirin ku di 24 saetên dawî yên operasyona Mûsilê de 9 gund ji çeteyan hatine paqijkirin û 200 kîlometre ji rêya bejahî a Hwlêr - Mûsilê jî tê kontrolkirin. Sewkiyata tangan a Tirkiyeye ji bo Sîlopiyê ku di bin navê 'herêma tompon' de tê kirin jî wekî dagirkirin hat binavkirin.
Operasyona rizgarkirina Mûsila ku di nav sînorê Herêma Kurdistanê de ye berdewam dike. Li gorî agahiyên ku der barê 24 saetên dawîn de hatin dayîn hat diyarkirin ku 9 gund ji çeteyan hatine rigarkirn. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Di çarçoveyaOperasyona ku ji herêma Xazir hat destpêkirin de hat diyarkirin ku 9 gund ji çeteyan hatine rizgarkirin û ji reya Hewlêr Mûsilê 200 kîlometre yêya Hewlêr Mûsilê jî tê kontrolkirin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliye Serfermandarê Giştî yê Herêma Kurdistanê ve hat dayîn; Di çarçoveya operasyona ku hat destpêkirin de gundên Başehre, Tercele, Herabe Sultan, Kerbelî, Bazgirdan, Şakolî, Şêx Emir, Bedena mezin û ya biçûk û Febrîkeya ferfûr ya ku li rojhilatê gundê Hasan Şamê ye ji destên çeteyan hatine rizgarikirin.
Li kolanan şer dest pê kir
Di saetên serê sibehê de jî Artêşa Iraqê û hêzên koalîsyonê li gundê Zayoyê kontrol kirin bin destên xwe û ber bi bajaroka Hamam Alîl ve ketin rê. Di pêşketina ku hêzên koalîsyonê jî ji hewa ve pitgirîdanê de, berpirsekî leşkerî jî wiha got: "Li hingundên der dora bajaroka Hamam Alîl serhildan heye û bi çeteyên DAIŞ'ê re di nava kolanan de pevçûn derketiye."
DAIŞ'ê berê xwe da malan
Hat aşkerakirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi tunelên ku kolan re li malan bomber raxistin û hat destnîşankirin ku yekîneyên îmhakirina bobeyan jî di operasyonê de cihê xwe digirin. Hat ragihandin ku di oerasyonê de êrîşî hedefên DAIŞ'ê tê kirin, lê ji ber ku sivîl li gund hene artêş bi hemû avayî neketiye dewrê.
Dagirkirina Tirkiyeyê
Her wiha li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê jî hat diyarkirin ku ji ber Tirkiye li derveyî operasyonê hatiye hiştin sevkiyata wê ya leşkerî ya ji bo Herêma Kurdistanê di bin navê ' herêma tampon' de dest pê kiriye.
Ji bo DAIŞ'ê ji Sûriyeyê piştigrî
Li aliyekî din jî hat aşkerakirin ku Sûriye hin hêzên xwe ji bo ku bişîne Mûsilê şer bikin amade kirine û DAIŞ jî di anonsên li camiyan de banga çûyîna ji bo Mûsilê kiriye.
(dk/fk/mk)