3 xebatkarên Radyo Karacadagê hatin girtin

14:51

JINHA

RIHA - Hevseroka Bajar a HDP'a Rihayê Ayşe Surucu bi şertê "Kontorla Edlî" hat berdan, lê xebatkarên Radyo Karacadagê hatin girtin.

Hevseroka Bajar a HDP'a Rihayê Ayşe Surucu ji ber wêneyên xwe yên dema bi awayê fermî derbasî Kobanê bû ku hatin kişandin û ji ber ku tevli bernameya Radyo Karacadg ya ku di çarçoveya biryara KHK'ê de hat girtin bi îdiaya ku propagandaya rêxistinê kiriye di 5 cotmehê de hatibû binçavkirin. Herwiha di 30 îlonê de jî Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Firat Basin Yayin A.ş. ya ku girêdayî Radyo Karacadagê ye Sadik Demîr û xebatkarên radyoyê yên kevin Mîzgîn Çay û Salîh Erbekler jî ji ber heman programê hatibûn binçavkirin.

Ayşe Surucu û 3 kesên din yên ku piştî derketin dozgeriyê ji aliyê dozger ve dema wan a bininçavkirinê 5 rojên din hat zêdekirin îro dîse sewkî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî danaşînê jî bo Ayşe Surucu cezayê qedexeya dervê welat û bi şertê "Kontrola Edlî" biryara tahliekirinê da.

Her wiha der barê Sadik Demîr, Mizgîn Çay û Salîh Erbekler jî piştî ku îfadeyên wan hatin girtin der barê wan de bi îdiaya " Propaganda rêxistinê kirine" biryara girtinê hat dayîn.

(fk/mk)