Li Şengalê yekem xala venêrînê ya asayişa YJŞ’ê hat avakirin
15:05
JINHA
ŞENGAL – Yekem xala venêrînê ya asayişa YJŞ’ê li Çiyayê Şengalê ji aliyê jinan ve bi memnuniyet hat pêşewazîkirin.
Li ser rêya têketina Çiyayê Şengalê yekane asayîşa jinên YJŞ’ê, ya Şehîd Gulçin e. Ev asayîş ji aliyê jinên Êzidî ve tê parastin. Stratejiya vê asayîşê rêya ketina çiyayê Şengalê, rêya çûyîna bajarokê Xane Sorê diparêze. Di asayişê de şervanên YJŞ’ê 24 seatan parastina gelê Êzidî dike. Her şervanek a YJŞ’ê bi kêfxweşî karê parastina gel dike. Endamên asayîşê diyarkirin ku ew gelekî kêfxweşin ku yekane asayîşa jinê ne ku vî karî dikin.
Endama Asayişa YJŞ’ê Arîn Şengalî diyar kir ku ji ber ew wekî jin vir diparêzin aliyên wekî PDK û Qasim Şeşo dixwazin asayişa wan ji wir rakin û wiha got: “Kê çi dike bila bike, em ê hemberî hemû pîlan û politikayên qirêj gelê xwe biparêzin. Wekî jin li vir parastin rastî jî cûdaye. Heya vê demî civakê bawerî ne daye jinên me yên Êzidî, lewra jî dema tên dibînin hevalên jin asayîşê diparêzin, aliyekî kêfxweş dibin, aliyek din jî matmayî dimînin, çawan jinek parastinê dike. Ev sekna me û mayîna me ya vir bi rastî jî gelekî civakê kêfxweş dike. Heya gelê me tê li rûyê me de dibêjin mayîna we ya vê asayîşê û parastina we, em moral û coşê jê digirin. Hîna maşîn ji dûr tên hevalên me radibin ser piyan, heya maşîn diçe silav didin û ev jî moral dide kesên vir re derbas dibe.”
Endama Asayîşa YJŞ’ê ya Şehîd Gulçîn, Asmîn Botan jî got: “Me jî wekî komekî jin biryar girt ku em vî cihê asayîşê bigirin û parastina wê bikin. Ji ber ku me xwest bi girtina vê asayîşê nîşanî her kesî bikin ka îradeya jinekî çiqasî bi hêze. Lewra jî îro asayîşa me bûye navenda moraldayîna gelê me yê Êzidî.”
(kom/zt)