ROJEVA 19'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Wekîla Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrelê têkildarî taloqkirina OHAL'ê ya sê mehên din û êrîşa li dijî HDP-DBP'ê de axivî û got hikûmet hevkarên operasyonê KCK'ê yên berê û operasyonên qirkirinên yên nihane û got: "Ger bi cemaatê re têkoşîn bê kirin divê bi AKP'ê re bê kirin. lingê siyasî yê Cemaatê derneketiye holê. Ji ber ku ew bixwe ne." Çaglarê got rêya derketinê ya vê pêvajoyê eve ku Meclîsa Jinan û HDP nexşerêyeke xurt derxînin û têbikoşin.

*Li ser navê Kurdistanê delegasyon tevlî Civîna Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê (DKY) bû û nûnera Kongreya Starê Hanna Sado jî di delegasyonê de cih girt û pergala jinan a konfederal a Rojava vegot. Ji 32 welatî jin tevlî konferansê bûn. Hanna diyar kir ku azadiya jinê ji wan bedelên giran dixwazin û got wek hun dizanin di şoreşa jinan a Rojava de jinên ereb, ermenî, asurî, Tirk û ji her neteweyan jin cih digirin.

*Li Êlihê koçerên ku nikarin derkevin zozanan û pezê xwe li bajêr li ser betonê diçerînin gelek zehmetiyê dibinin.

*Nîqaşên derbarê jineolojiyê de her ku diçe berfirehtir dibe. Li bajarê Helsinkiyeyê Endamên KJAR'ê ji bo jinan panêl û perwerdehiyek ku ji du rojan pêk tê li darxist û li ser kurahiya jineolojî nîqaş hat kirin.

*Pirtûka Jineolojiyê ya ku di encama xebatek kolektîf ya jinên kurd de derketiye, ji aliyê rojnamevan Necîbe Qeredaxî ve wergera zaraveya soranî hat kirin.

*Jinên Wanê bertek nîşanê girtina televîzyon û radyoyan dan û gotin ew televîzyonan temaşe nakin û got: "Me li dijî her zilmê têkoşîn meşand. Emê ji bo kanalên xwe jî têbikoşin. Em kesên ku kanalên me girtine temaşe nakin."

*4Plus ku ji wênekêşvanên jin yên serbixwe ava bûye, qirkirina Ermeniyan a 1915'an, transseksuell û şerê Karabagê li Amedê raxistin. Wênekêşvanan diyar kirin ku nêrîna jinê ya li wênekêşiyê li dijî qadên eleqeyê û hissiyatê nêzîkatiyên cudane û got wênekêşvanên mêr cudahiyekî nafirînin.

*K.B ya din av malbatê de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat, têkildarî birayê xwe Eymen B de serlêdana sûc kir. K.B da zanîn ku wê di dozên jinan de bibe destek û wiha got: "Bi hezarna jinên rastî tecawizê hatine hene. Ev bi mirinê re wek heve. Lê jinên bi destê min girtin hebûn. Me hêvî kir. Me baweriya xwe winda nekir. Emê winda nekin."

*Jin bi kedeke kolektîf zeytûnan berhev dikin, dişkînin û dixin bîdonan, ji bo zivistanê amade dikin.

* Li Yues Rocher a markaya kozmetîkê ya Fransayê ye jinên Kurd rastî mobînga siyasî hatin û jinan got: "Wê têkoşîna me bidome.' Parêzer Selîn Yildirim jî got wê daxwaza her cureyê maf bikin.