Li Helsinkiyê Jineolojî bû mijara panêl û perwerdehiyê
09:06
JINHA
HELSINKÎ - Nîqaşên derbarê jineolojiyê de her ku diçe berfirehtir dibe. Li bajarê Helsinkiyeyê Endamên KJAR'ê ji bo jinan panêl û perwerdehiyek ku ji du rojan pêk tê li darxist û li ser kurahiya jineolojî nîqaş hat kirin.
Li paytexta Finlandiyayê Helsinkiyê Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) panêl û pewerdeya ku ji du rojan pêk tê li dar xist. Di panêl û perwerdehiya ku piranî jinên rojhilatê Kurdistanê yên bajarên Helsinkiyê û Turku tevlîbûne de li ser mijarên dîroka jin, dîroka têkoşîna azadiya jina kurd û jineolojî nîqaş hatin kirin. Nîqaş ji aliyê Endama Komîteya Fînlandiyayê ya KJAR'ê Nazê Viyan û Rojnamevan Necîbe Qeredaxî ve hat bi rêvebirin.
Jinên kurd yên ku ji her çar beşên Kurdistanê tevlî perwerdê û panêlê bûne, bal kişandin ser rêxistinbûna jinan û diyar kirin ku divê di mijara jineolojiyê de tevahî jin nîqaşên berfireh bikin.
(rc)