Jinên Serhedê boykotê didomînin: Em temaşe nakin
09:08
JINHA
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanê girtina televîzyon û radyoyan dan û gotin ew televîzyonan temaşe nakin û got: "Me li dijî her zilmê têkoşîn meşand. Emê ji bo kanalên xwe jî têbikoşin. Em kesên ku kanalên me girtine temaşe nakin."
Bi KHK'yan re 23 televîzyon û radyo hatin girtin. Her wih aji bo Med Nûçe, Newroz Tv û şîrket uyud ya Frasî Eutelsatê jî biryara rawestandina weşanê hat dayîn. Jinên Wanê bertek nîşanê girtina televîzyonan dan. Ji jinan Meryem Komurê got: "Bila destê xwe ji kanalên me bikişînin. Ji bo kanalên xwe bidin temaşekirin her tiştî dikin."
'Zarok Tv çi kiribû'
Meryemê got hemû radyo û TV muxalîf girtine û got: "Em ti wateyê nadin ku çima Zarok Tv girtine. Zarok Tv çi kiribû. ji çiyê zarokan tirsiyan. Ji bo zilma ku didin kirin neyê dîtin kanal^ne me girtin. Wan kanalên me girtin û em jî yên wan temaşe nakin."
Emê televîzyonên wan venekin
Sîse Nîşo jî got ew êdî televîzyonan temaşe nakin û got: "Dijminahiya wan li dijî me qedya niha dora telezvîyonane. Me çawa zilma li ser xwe qebûl nekir emê li ser kanalên xwe jî qebûl nekin. Emê êdî kanalên wan venekin.
Şîrîn Unverê jî da zanîn ku girtina televîzyonan zilme û got ji bo zarokên Kurd asîmel bibin û zimanê xwe hîn nekirin kanala Zarok Tv girtine û got ew jî êdî kanalên Tirk venakin û temaşe nakin. Şîrînê da zanîn ku ew êdî ne Kurdên berê ne her tiştî dizanin.
(db/hu)