Li Yues Rocherê jin rastî mobînda siyasî hatin

09:20

Gulfidan Ataman/JINHA

STENBOL- Li Yues Rocher a markaya kozmetîkê ya Fransayê ye jinên Kurd rastî mobînga siyasî hatin û jinan got: "Wê têkoşîna me bidome.' Parêzer Selîn Yildirim jî got wê daxwaza her cureyê maf bikin.

Berrîn Yildiz, Gulcan Gunyelî û Leyla Karakoç ku di Yues Rocherê de xebitîn diyar kirin ku ji ber nasnameya xwe ya KUrd rastî zext û mobîngê hatine û gotin ji ber vê neçar mane ji kar derkevin. Jinan li ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û tiştên jiyabûn vegotin. Jinan ji ajansa me re jî nirxandin kirin.

Berrîn Yildizê diyar kir ku ji ber nasnameya xwe ya Kurd her tim ew cuda dîtine û got ji ber teqîna li Fransayê di çapemeniya civakî de parve kiriye rastî zextan hatiye û got: "Gelek kesî jiyana xwe ji dest da bû. midûr j imin re got 'Ti çima xemgînê, ji ber Fransa piştgiriyê dide PKK'ê ti xemgîn dibî?' min jî got ez ji ber qetilkirina mirov û zarokan xemgîn dibim û min tiştekî wisa parve kiriye."

Berrînê da zanîn ku di civînan de ji rojeva kar zêdetir propagandaya AKP'ê tê kirin û her tim em wek 'PKK'î' xîtab dikirin.

Leyla Karakoçê jî da zanîn ku her tim midûra firotinê ya şîrketê Dîlek Tokê zext li wan kiriye û got: "Piştî hîn kirin ez ji jAmedê me pirgirêkan dest pê kir. Li dijî me bi helwest bûn. Hevalên kar jî helwest girtin. Nasnameya min ya Kurd dipelçiqandin. Digotin 'yên Rohilat terosîstin'. Ji ser hesabên civakî her tim peyam û şîrove dihatin kirin. heqet li min dikirin.

Gulcan Gunyelî jî got wê jî hevalên xwe re heman rewş jiyane. Parêzer Selîn Yildirimê jî da zanîn ku wê daxwaza her cureyê maf bikin.

(hu)