Li bajarê Hesekê jin girîngiya parastin û perwerdehiyê nîqaşkirin

10:09

JINHA

HESEKÊ - HPJ'ê bi armanca danasîna giringiya jinê di parastinê de li taxa Kelesiyê civînek pêk anî.

Li Taxa Kelasê ya bajarê Hesekê Rêveber û endamên Hêzên Parastina Jinê (HPJ) bi armanca danasîna girîngiya jinan di nav parastinê de civînek pêk anîn. Di civînê de bi dehan jin û endamên saziyên civaka sivîl û endamên HPJ'ê amede bûn. Civîn piştî deqeyek rêzgirtinê ji aliyê Rêvebera HPJ'ê Bêrîvan Mustafa ve hat rêveberin. Bêrîvanê di serî de behsa rewşa rola jinan di şoreşa Rojava de kir û got ku ew di pêvaoyek awerte re derbas dibin.

Bêrîvanê destnîşan kir ku jin di şoreşê de rolek mezin ya serkeftinê hildaye ser milên xwe û ev tişt got: "Jin roleke pir mezin di vê şoreşê de dilîze. Bi taybet jinên rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhatiyên xwe heman êşê jiyan dikin. Lê belê tenê bi berxwedanê em dikarin ax û welatê xwe biparêzin. Ji ber vê xala sereke ya parastinê perwerdehiye. Ji zarokên 7 salî heya 70'ê salî divê ji bo parastina ax xwe perwerde bikin. Bi taybet ev erka girîng dikeve ser milê jinan."

Civîn bi pirsa jinan û bersiva dîwanê bi dawî bû.

(ee-ls/rc)