Jinên Şirnexî greva birçîbûnê silav kirin

10:20

JINHA

ŞIRNEX- Gireva birçîbûnê ya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê berdewam dike û jinên li Şirnexê ku di konan de li ber xwe didin jî wiha ogotin: "Em ê li her derê li ber xwe bidin dewleta û dewleta hilweşîner û kujer dê hilweşe."

Li girtîgeha Şirnexê ya Tîpa te ku binpêkirinên mafan lê her berdewam bûn piştî qedexeya 14'adarê ya derketina kolanan zêdertir bûn. Gireva birçîbûnê ya ku li hemberî van binpêkirinên mafan di roja 9'emîn de jî berdewam dike. Gelê Şirnexê yê ku di konan de li ber xwe dide jî got ku ew ê li hemû derê li ber xwe bidin û tu kes nikare îradeya waan bişkîne.

'Tîşta tê kirin hemû cîhan dibîne'

Xezal Ustek ya ku konê berxedanê vekiriye wiha axivî: " Hemûcîhan dibîne ku dewlet çawa bi awayekî hivane bi ser kurdan de tê. Lê li hemberî vê zilmê kesek dengê xwe dernaxe. Niha zarokên me li girtîgehê li dijî vê zilma ku li derve û hundir berdewam dike li ber xwe didin. Em li ku dibin bila bibin em ê tu carî li heberî vê zilmê serî netewînin. Ez wekî dayika girtiyan têkoşîna girtiyan silav dikim."

'Ji bo axa xwe têkoşînê didin'
Şukran çapara ku got ew di meraqa girtiyan de ye jî ev tişt got: " Em rewşa zarokên xwe meraq dikin. Di vê demek berî demekê şert û merrcên li girtîgehê bên başkirin. Ew ji ber ku tekoşîna didan hatin girtin. Li gel wan şert û mercên xirab jî ew ji bo axa xwe têkokîşînê didin."

'Dê dewlet hilweşe'

Xayle Bîlen ya ku bi zorê ji mala xwe hat derxistin jî wiha axivî: " Li gel dorpêç û sirgûnan jî gelê Şirnexê li ber xwe da û axa xwe neterikand. Mînaka vê berxwedanê ya herî balkêş jî niha li girtîgehan tê dîtin. Zarokên vî gelî din ava 4 dîwaran de jî dest ji berxwedanê bernadin. Deleta komkujî pêk anî û bajarê me hilweşand dê li dijî vê berxwedanê nikaribe li ser piyan bimîne û dê hilweşe."

(aı/gc/mk)