Ji Dêrsimê 13 cenaze birin Meletiyê
11:10
JINHA
DÊRSİM - Cenazeyên 13 gerîlayan, ku li Geliyê Pîlemûrê yê Dersîmê di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo tespîta nasnameyan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Di çarçoveya operasyona leşkerî de, ku li Geliyê Pîlemûrî ya Dersîmê tê meşandin, 16'ê Cotmehê bomberdûman li herêmê hat kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 13 gerîlayan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dêrsîmê, 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, ku 6 jê jin in.13 cenaze, ji bo otopsiyê û tespîtkirina nasnameyên wan birin Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê.
(zt)