Ji xebatkarên tendûrustiyê re pêvajo hate nirxandin
11:33
JINHA
EFRÎN-Kongreya Star derbarê geşedanên siyasî û erka qadên tendûristiyê ji bo xebatkarên tendûrustiyê yên li Kantona Efrînê civîn pêk anî.
Kongreya Starê bi hevkariya Desteya Tendûristiyê li Xwaringeha Birat Seb ya li ser rêya navçeya Raco ya Kantona Efrînê, ji xebatkarên jin ên di qada tendûrustiyê de civînek lidar xist. Di civînê de rêvebera Kongreya Star Zelal Ceger bi berfirehî rewşa siyasî ya herêmê û di rewşek wiha aloz de girîngiya xebatên tendûrustiyê anî ziman.
'Dewleta tirk li herêma Şehbayê komkujiyan dike'
Zelalê destnîşan kir ku êrîşên li ser Sûriyeyê û Rojava tê wateyê şerê siyemîn ya cîhanê û wiha got: "Dewleta tirk ne tenê êrîşê herêmên Rojava, bi giştî êrîşê axa Sûriyeyê û gelên Sûriyeye dike. Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve divê têkoşîna xwe li dijî van êrîşan dewam bike. Desthilatên tirk xeyala vegerandina Împaratoriya Osmanî dijî. Di dîrokê de di encama dagirkeriya Osmaniyan de hikûm li ser van axan pêk hatibû. Dixwazin vê yekê nûde bikin. Tirkiye li herêma Şehba komkujiyan dike. Li pir derên din jî gelên ereb têne qetilkirin."
Zelalê bi lêv kir ku gelê Rojava dê li hember dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê heya dawiyê li ber xwe bide û wiha pêde çû: "Ev jî diyar dike ku dê şer berdewam bike û xebatên tendûrustiyê di vê demê de pir girîng in. Divê hevalên me yên jin xwe ji bo her cure pêşketinên amade bikin."
Xebatkarên tendûrustiyê jî nêrînên xwe parvekirin û dane diyarkirin ku ew ê erka xwe ya demê bicih bînin.
Civîn bi nirxandinan bi dawî bû.
(fr/en/rc)