Çalakiya Efrîniyan ya li hember 'dagirkirinê' di roja 3'yemîn de didome

12:25

JINHA

EFRÎN - Berxwedana gelê Efrînê ya li hember lêkirina dîwarên şermê ya dewleta tirk di roja 3'yemîn de berdewam dike. Koordînasyona Kongra Starê Zelal Ceger diyar kir ku armanc dagirkirina Sûriyeyê ye û got: "Heya ku dewleta tirk gav paşve navêje ew ê berxwedan berdewam bike."

Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî avakirina 'dîwarê şermê' ku dewleta tirk li gundê Sorkê ya navçeya Raco ya Efrînê daye destpêkirin di roja xwe ya 3'yemîn de didome. Di encama berxwedana welatiyan ya li dijî dagirkeran berpirsê artêşa tirk daxwaz kir ku ligel nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Efrînê hevdîtin pêk bîne. Endamê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Efrînê Ehmed Hesen ya ku di hevdîtinê de amede bûye diyar kir ku wan li ser rewastandina lêkirina 'dîwarê şermê' li hev kirine. Berxwedan û çalakiya nobetê ya gelê Efrînê li ser sînor didome.

'Berxwedan heya dawî wê bidome'

Koordînasyona Kongra Starê ya Kantona Efrînê Zelal Ceger bal kişand ku dewleta tirk li gundê Sorka yê navçeya Raco ax binpê kir, bi sedan dar rakir û beriya niha jî êrîş biriye ser nuqteyên Erka Xweparastinê û Asayîşê yên li gund.

Zelalê berxwedaniya gel a li ser sînorê gundê Sorka jî wekî bersiv girte dest û got: “Ev berxwedaniya li ser sînor hetanî ku artêşa tirkiyeyê ji vê herêmê vekişe û ji bo çareseriyê aliyekî sêyemîn çênebe, wê neyê sekinandin.”

Zelalê banga xurtkirina berxwedaniyê li hemû pêkhateyên herêmê kir û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî kir ku tişta li ser sînor çêdibe bişopînin.

(fr/rc)