Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên Mûsilê dike mertal

12:40

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê di roja 3'yemîn de berdewam dike.

Operseyana rizgarkirina Mûsilê ya ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatî destpêkirin di roja 3'yemîn de berdewam dike. Duh di navbera yekîneyên artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî bû û gundê Kanî Ebbas ê ketibû destê artêşa Iraqê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve careke din hatibû girtin.

Artêşa Iraqê danê sibehê êrîş bir ser gundê Kanî Heramî yê li heman eniyê ye û balafirên koalîsyonê jî ji hewayê ve piştgirî dan wan. Piştî ku ev gund ji destê çeteyan hat derxistin, artêşê careke din berê xwe da gundê Kanî Ebbas.

Li aliyê din, hat zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîlên li navenda bajarê Mûsilê ne, ji bajêr derkevin. Sivîlên li nava bajêr dijîn, bi rêya telefonê ji saziyên çapemeniyê re ragihandin, ku çete nahêlin sivîl ji Mûsilê derkevin. Li gorî şêniyekî bajêr, çete sivîlan dişînin malên çeteyan û bi vî rengî dikin ku bibin hedef. Her wiha Welatiyên Mûsilê gotin ku çete bi vê yekê ve dixwazin di bomberdûmanên gengaz de sivîl bibin hedef û bi vî rengî rewatiya operasyonê ji holê rakin.

Rêveberên Wîlayeta Nînovayê jî li ser mijarê agahî da û piştrast kirin ku çeteyên DAIŞ'ê di nava hewldaneke bi vî rengî de ne.

(rc)