Li Herêma Tendurekê gel nikare derkeve derve

13:32

JINHA

AGIRÎ - Li Çiyayê Tendurekê li ser sînorê Diyadînê di çarçoveya operasyona leşkerî de pevçûn dijwar bûn. Gundiyên li herêma operasyon nikarin ji malên xwe derkevin.

Operasyona leşkerî ya ku beriya bi hefteyekê li Çiyayê Tendurekê yê ku dikeve sînorê Diyadîn û Bazîda Agiriyê û Çardêrana Wanê dest pê kir bi pevçûnên dijwar berdewam dike. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, pevçûnên hatin destpêkirin di 3 rojên dawî de li gundê Rahmankulu û derdora wî yê Diyadînê, gundê taşkesnd û gundikên wî yê Tutaxê, kule û li herêma Girê Dêmê belav bûne. Her wiha hat aşkerakirin ku leşker jî kemînan datînin.

Li herêmê li gel yekîneyên leşkerî dengê tevgera balafirên bê mirov (ÎHA) jî ji navenda navçeya Diyadînê jî tê bikhîstin . Li gorî agahiyên ku ji gelê herêmê hatin bidestxistin hat aşkerakirin ku gelek cerdevan jî tevli operasyona hatiye destpêkirin bûne û gelê herêmê ji ber pevçûnan nikare ji malên xwe jî derkeve.

(ekip/gc/mk)