Li Kurdistnê di 9 mehan de 42 jin hatin qetilkirin
15:17
JINHA
AMED - Li gorî ropora binpêkirina mafan a ÎHD'ê li Kurdistanê di 9 mehên ewil ên vê salê de di encama tundiya li nava malê, întîhar û di encama şîdeta ku ji aliyê dewletê ve li ser jinan hat kirin 42 jin hatin qetilkirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên mafan a 9 mehên 2016'an aşkera kir. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku binpêkirinên mafan di sala 2016'an de jî berdewam kirine û wiha berdewam kir: "Kuştinên bê daraz, îşkence û muameleya nebaş, mudaxeleya li ser civakê, operasyonên leşkerî , azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û şîdeta li ser zarok û jinan di sala 2016'an de jî berdewam kirine."
'Mafê ragihandinê ji dest hat girtin'
Racî Bîlîcî diyar kir ku Di çarçoveya OHAL'ê de û bi KHK'ya ku hat derxistin gelek beşên civakê bi binpêkirina mafan re rûbirûman e û wih destnîşan kir: " Bi êrîşên ku li ser civakê hatin kirin re rojnameger ên muxalîf û çapemeniya muxalîf jî para xwe girtin û mafê ragihandinê yê gel ji dest hat girtin."
Racî diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re di warê binçavkirin û binpêkirina mafan de zêdebûn derket holê û welatî bi îşkenceya psîkolojîk û fizîkî re rûbirû mane û ev tişt got: "Bi dirêjkiria dema binçavkirinê ya heta 30 rojan re û bi astengkirina hevdîtina bi parêzeran re binpêkirina mafan a herî mezin hatiye jiyîn. Li gel 300 girtiyên nexweş ên giran bi giştî 756 girtiyên nexweş ku li girtîgehan dimînin û rewşa wan li berçavan nayê girtin hene."
Li Kurdistanê 42 jin hatine qetilkirin
Racî diyar kir ku tundiya li ser zarok û jinan jî zêde bûye û wiha berdewam kir: "Di sala 2016'an de di 9 mehên ewil de 34 jin hatine qetilkirin û 8 jinan jî jinan jî întîhar kirine. Dîsa beşeke civakê ya ku herî zêde tundî lê tê kirin jî zarok in. Li herêma me 9 zarok hatin kuştin 9 zarok bi întîharê re rûbirû man û 71 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rûbirû man."
(sg/gc/mk)