'Nobeta xebatkarên Van TV'yê bi dawî bû'

16:42

JINHA

WAN - Xebatkarên Van Tv û Dogu Radyoyê yên bi biryara KHK'ê weşana wan hat qutkirin. Piştî nobet û çalakiyên 20 rojan îro bi daxuyaniyekê nobeda xwe bi dawî kirin.

Îktîdara AKP'ê bi Biryara Di Hikmê Qanûnê de (KHK) weşanên 23 qenalên televîzyon û radyoyan rawestand. Qenala Van Tv û Dogu Radyo piştî ku hatin girtin, xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo 20 roj bû li ber avahiya televîzyon û radyoyê çalakî pêk anîn. Xebatkarên ku çalakî pêk anîn îro bi daxuyaniyekê çalakiya wan bi dawî bû. Daxuyaniya ku li ber avahiya Van TV hat dayîn Parlementerê HDP'ê Lezgîn Botan, Serokê CHP'ê yê navendê Mehmet Kurukçu, Egîtîm-Sen, VIMED, KESK, xebatkarên IMC û Jiyan TV'yê û hemû xebatkarên Van TV'yê jî tevlî bûn.

'Em dest ji xebatên xwe bernadin'

Derhênerê weşana giştî ya Van Tv'yê Serdar Altan diyarkir ku, mohrkirina Van Tv û Dogu Radyoyê bê huquqî ye û wiha axivî: "Heya niha çi pirsgirêk hêbe em dizanin ku sedema wan çi ye. Ji ber wê jî êrîş li ser me çapameniyê pêk anîn. Em rojnameger in. Hewceye ku em rastiyan bi gelê xwe re parve bikin. Em hewd didin ji bo rastiyan û gel ê xwe. Qenala me bûbû dengê heremê û em ê hewl bidin ku dest bi xebatên xwe bikin.
Serdar got ku gel çawa daxwaz dikir me weşana xwe li gorî wan amade dikir û ev tişt got: "" Ligel Van Tv'yê 12 Tv û Radyo jî hatin girtin. Li Tirkiyê qenal nehiştin. Tehemmûla wan li hemberî qenalên me nema. Em ê ji bo qenal û Radyoyên xwe bixebitin û wek berê weşanên xwe berdewam bikin."

'Girtinên qenalan bê huquqiye'

Piştî Serdar Serokê Baroya Wanê Murat Tîmûr jî axivî û wiha got: " Ligel darbeyê gelek qenal û radyoyên mûxalîf hatin girtin û deriyên wan mohr kirin. Gel jî bertekên xwe li hemberî wan diyar kir. Kes vê qebûl nake. Girtinên qenalan bê huquqî ne. Ohal wek firsatê hat dîtîn û qenalên dengê gel hatin girtin. Em bang li îktîdarê dikin ku ew di nava şaştiyê de ne. Bila dest ji bê huquqiyê berdin."

Piştî Murat Serokê CHP'a wanê jî bertek nîşanî girtina TV û radyoyan da û wiha got: " Girtinên TV'yan darbeya li çapemeniya azad hatiye kirin. Bila di demek nêzîk de Tv û Radyo bên vekirin."
Bi çepik û sloganên "Ozgur basin susturulamaz" dawî li çalakiyê hat anîn.

(hk-db/mk)