Jinên Efrînê: Li hember dagirkeriyê heya dawiyê em ê li ber xwe bidin
16:44
JINHA
EFRÎN - Berxwedana gelê Efrînê ya li hember 'dagirkirin' û lêkirina 'dîwara şermê' ya ji aliyê dewleta tirk pêk dihat di roja 3'yemîn de bi aweyek serkeftî encambû.
Li gundê Sorkê ya navçeya Racoya Kantona Efrînê, gel 3'ê roje bê navber li hember dewleta Tirkiyeyê ku hewl dida sînor derbas bike û 'dîwarê şermê' lê bike, di çalakiyê de bûn. Di encama berxwedana gel ya bi heybet de hêzên artêşa tirk paşve vekişîn. Dayikên ku di nobeta berxwedanê de bûn piştî çalakiya xwe ji ajansa mera axivîn û wiha gotin: "Bila Erdogan û çeteyên wî baş bizanin ku em dayik û jinên kurd nahêlin, derbasî axa me bibin."
'Dixwazin vîna me bişkînin'
Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvin Reşid diyar kir ku gelê Efrînê ji bo parastina axê xwe 3'ê roje di çalakiyê denin û wiha axivî: "Gelê Efrînê ji bo axa xwe biparêze li ser sînor nobetê digire û di encamê de em bi serketin. Em ji vê encamê kêfxweşin. Dewleta Erdogan ya faşîst ku dixwaze axa me dagir bike û çeteyên wî bila bizanin em ê wek dayik destûra vê nedin. Dixwazin vîna gelê me bişkênin. Lê dê hertim rastê berxwedanê werin."
'Bila tu kes hesabên qirêj li ser xaka me neke'
Hêvinê destnîşan kir ku ew berdêlên giran li ser axên xwe dane û wiha pêde çû: "Xwîna bi sedan ji keç û xortên me li ser vê axê hatiye rijandin, bila tu kes hesabên qirêj li ser xaka me neke. Serkeftin a gelê azadîxwaz e, ji bo azadiyê pêwîstî bi çi hebe em ê bikin. Bila dewleta dagirker a tirkiyeyê baş vê bizanibe."
'Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin'
Hêvînê bi lêv kir ku ew ê heya dawî ji bo parastina ax li ber xwe bidin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê Efrînê biser ket. Em ê ji bo azadiyê heya dawî jî li ber xwe bidin. Me soz daye cangoriyên azadiyê ku em ê axa xwe azad bikin. Heya em vê axê ji dagirkeran paqij nekin, em nasekinin."
'Çiyayên Amanosan ji dîrokê heya niha ji kurdan re dayiktiyê dike'
Jinên ciwan ên ku komî li cihê nobetê bûn jî wiha gotin: "Em weke jinên ciwan ji tank û top û balafirên dagirkeran natirsin. Em ê ji bo parastina axa xwe, çi ji destên me were bikin. Li pêşberî me çiyayên Amanosan hene, çiyayên ku ji dîrokê heta niha ji kurdan re dayiktî kirine. Heya ku her çar aliyê Kurdistanê nebe yek, em ê li ber xwe bidin."
(so/en/rc)