ROJEVA 20'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Jinên Şengalî yên li Kampa Newroz planên PDK'ê û dewleta tirk yên herêmê nirxandin û diyar kirin ku ew ê rê nedin tu fermanek din pêk were.
*Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu tevlî runiştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê bû û got PE piştî hewldana darbeyê binpêkirinên mafan û rakirina destnedanan ji nêz ve dişopîne. Fîlîzê da zanîn ku şopandina Tirkiyeyê di rojevê de ye û agahiya ku wê HSYK ji Yekitiya Dadgerên Navneteweyî dikare bê derkeve jî parve kir.
*Tîma Voleybolê a Jinan a ya Şaredariya Kayapinarê ku piranî ji jinên sporîst yên ji Baglarê hatine pêk tê xebatên xwe didomînin. Jinên sporîst gotin ew dixwazin di voleybolê de profesyonel bibin û gotin: "Jinên Amedê di vê qadê de xwe nû nîşan didin. Di qada sporê û her qadên din de jinên serkeftî tên gihandin. Emê jî yek ji wan bin."
*Necmiye Alpay ku ji ber endamtiya xwe ya Lijneya Şêwirmendiya Weşanda Ozgur Gundemê hat girtin di peyama ku şand ajansa me de got: "Kesên bi pênûsa têkoşîn dane gotin 'Ji dil bifikirin, girêdayê rastiyê bin'. Yên berê wisa gotine. Rast gotine. Ez jî wisa difikirim."
*Li Nisêbînê jinên ji ber dagirkirinê bi mehane di konan de dijîn gotin: "Niyeta me nîne em dest ji Nisêbînê berdin. Em dixwazin têl rabin û malên me bên vekirin."
*Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) diyar kir ku edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ev 3 mehe girtiye û got serokkomar Tayyîp Erdogan bi OHAL'ê re hewl daye dengê çapemeniyê biçewisîne û bang kir ku Cigira serokê Komîsyona Ewropayê Federîca Mogherînî jî bikeve nava tevgerê.
*Xebatên Navenda Piştgiriya Jinan Şavûşka ya li navçeya Gimgima Mûşê îsal bi projeyên li ser aboriya jinan dest pê dike. Endama navenda Savûşkayê Ezgî Aktay li ser xebatên xwe agahî dan û diyar kir ku, armanca wan ew e gûhdarî jinan bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.
*Jinên êzidî yên ku li çiyayê Şengalê dest bi înşayê jiyanê kirine û ji bo zivistanê tendûrê çêdikin.
*Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Fîgan Erozanê diyar kir ku piştî tayyînkirina qayyûman a li Kurdistanê saziyên jinan hatine girtin û got vê jî bandor li ser rêxistinên jinan yên bajarên Tirkiyeyê kiriye û got: "Dewlet bi rêya qayyûman ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinan dibêje 'hedê xwe bizanin'.
*Komeleya Rojava ji dema êrîşên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê kampanya pêk anî û piştevaniya civakî ya mezin afirand, niha ji bo qadên rêveberiyên xweser dixebite. Lê xebatên komeleyê bi girtin, binçavkirin û cezayan tên astengkirin.