Jinên êzidî: Em ê rê nedin fermanek din pêk were
09:00
Rûken Dêrik/JINHA
DÊRIK-Jinên Şengalî yên li Kampa Newroz planên PDK'ê û dewleta tirk yên herêmê nirxandin û diyar kirin ku ew ê rê nedin tu fermanek din pêk were.
Jinên Şengalî yên li Kampa Newroz ya bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê bi cih bûne, bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên li dijî êzidiyên Şengalê dan û dan zanîn ku hêzên nûnertiya vîna gelê êzidî nekin ew wan napejrînin. Endama Meclisa Jinê ya kampa Newroz Şemê Remo ji bo hevdîtina PDK'ê û hevkarên wan şîroveyek wiha kir: "PDK'ê bi hezaran jinên êzidî yên Şengalê radestî çeteyên DAIŞ'ê kir. Ew bûn sedema ku bi hezaran jinên êzidî bên firotin. Îro em xwedî biryarin, me rêxistina xwe pêşxistiye. Meclîsên me avabûne. Hêza me ya leşkerî heye. Êdî pêdiviya me bi kes nîne."
Şemê da zanîn ku, PDK'ê û dewleta tirkiyê dixwazin bi riya fitnê yekîtiya gelê êzidî xirab bikin û wiha domand: "Dixwazin di navbera êzidiyan de jî fitne pêşbixin. Em bi saya Rêber Apo xwe dinasin. Em ê çekên xwe rakin û parastina xwe û axa xwe bikin. Em Şengalê nadin kesekî. Em Şengalê nasipêrin tu hêzeke din."
Neîme Faris jî destnîşan kir ku PDK'ê îxanet li êzidiyan kir û bi sedema bi hezaran jin dîl bikevin destê çeteyan de û wiha axivî "Van hêzên ku xiyanet bi me kirin, bi dewleta tirk re plan dikin ku Mûsilê bigrin. Şengala me hişk kirin, niha bi xwîna şehîdan dubare hêşîn bûye. Em ê qet qebûl nekin ku HPG ji Şengalê derkeve. Ew parastina me dikin." Neîmeyê herwiha diyar kir ku 74 ferman bi ser wan de hatine û niha dê destûr nedin ku feramaneke din li ser wan pêk bê û wiha pêde çû: "Di komkujiya dawî de kes li me xwedî derneket. PDK'ê xiyanet bi me kir. YPG û HPG li me xwedî derketin."
Edla Şemo jî wiha got: "Yên xêr û başiya êzidiyan dixwazin dê nebêjin HPG'ê ji Şengalê derkeve. Lê yên dijminê êzidiyan bin, dê wiha bêjin."Edlayê ji bo PDK'ê jî got ku şerme behsa Şengalê bike, ji ber ku wan bixwe Şengal radestê çeteyên DAIŞ'ê kirin. Edlayê diyar kir ew piştgiriya xweseriya Şengalê dikin.
(en/rc)