Necmiye: Ez wek kesên ku bi pênûsa xwe têdikoşin difikirim
09:04
JINHA
STENBOL-Necmiye Alpay ku ji ber endamtiya xwe ya Lijneya Şêwirmendiya Weşanda Ozgur Gundemê hat girtin di peyama ku şand ajansa me de got: "Kesên bi pênûsa têkoşîn dane gotin 'Ji dil bifikirin, girêdayê rastiyê bin'. Yên berê wisa gotine. Rast gotine. Ez jî wisa difikirim."
Bi OHAL'ê re gelek siyasetmedar û rojnameger, kedkarên perwerdê û kanalên muxalÎf hatin girtin. Yek ji van zimanzan Necmiye Alpay bû. Zimanzan Necmiye Alpay bi îdiaya ku 'endama rêxistinêye' ji 31'ê Tebaxê heta niha li girtîgeha Bakirkoy a jinane. Necmiye Alpay bi nivîskar Asli Erdogan re di heman koxuşê d eye. Nezmiyeyê peyamek şand ji JINHA'yê re û got: "Li her qada ku jin pêşeng û bi bandor be ew serkeftina kesên mexdurên bindeste. Di dîrokê de pir kêm hene. JINHA parçyeke xweser ya dîroka têkoşîna jinê ye. hewldayîna girtina pêşiya wê me xemgîn gike. Ji ber ez girtîme nekarim JINHA'yê bişopînim. Lê têkoşîna wê ya di alî nêrîna jinê de gelek girînge."
'Ez piştevaniyê baş dibînim'
Necmiyeyê got jinên li girtîgehê bandorek mezin li ser wê kirine Û got: "Hevalên 20-30 sale di girtîgehê de hene. Ev rewşeke ku li ti derê nehatiye dîtinê ye. li ser maseya min gelek nivîsên nîvco mane hene. Ez piştevaniya li derve gelek girîng dibînim. Ev piştevaniyeke k udi demên berê de nehatiye dîtinê ye. zext zêde bûne, li ser vê daxwaza azadiyê û piştevanî jî mezin bûye. Mirovên bi pênûsa xwe têdikoşin. 'Sapare ande! (ev wateya gotinê ya latîniye:Bi dil bifikirin!) Girayê rastiyê bin. Yên berê wisa gotine. Rast gotine. Ez jî wisa difikirim. Bi hezkirin bimînin."
(ro/hu)