'Niyeta me nîne em Nisêbînê berdin'
09:06
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê jinên ji ber dagirkirinê bi mehane di konan de dijîn gotin: "Niyeta me nîne em dest ji Nisêbînê berdin. Em dixwazin têl rabin û malên me bên vekirin."
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ev 7 mehe qedexeya derketina kolanê didome. Qedexe beşek be jî hat rakirin û ev 80 rojin 6 tax bi têlan hatine dorpêçkirin û hildiweşÎnin. Bi hemane jinên di konan de dijîn jî malên xwe dixwazin.
'Em dest ji Nisêbînê bernadin'
Songul Tekîn ya ku ji dema qedexe hatiye îlankirin heta niha di kon de dijî got: "Em dipên ku qedexe rabe û em herin malên xwe. Lê niha taxên me kepçe kirinê û bi kepçeyan malên me xera dikin."
Songulê got ew dest ji Nisêbînê bernadin û wiha got: "Em nafikirin kul i bajarên din bijîn û bixebitin. Yekane hêviya me eve ku em vegerin mala xwe xaka xwe. Em bi vê hêviyê li virin. Em ji ber vê wê di konan de bimÎnin. Em dixwazin têl bên rakirin û em herin malên xwe. Lê ranekirine. Konên me ne yên zivistanê ne. Zarokên nû hatine dinê hene. Em nekarin di van konan de sobeyan deynin. Ceyran diçe û tê. Hewa cemidiye. Em bi betaniyan germ nabin."
Nuriye Baranê jî da zanîn ku di konan de jiyan gelek zehmete û ji ber pisgirêkên tendursitiyê zehmetiyan dikişînin û got: "Bila têlan rabikin. Em heta têl ranebin wê di konan de bin. Em dixwazin Nisêbîn xweşiktir bibe û kepçe ji taxên me derkevin."
(kom/hu)