PE ji bo Zehra Dogan û hemû rojnameyên girtî bang kir

09:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) diyar kir ku edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ev 3 mehe girtiye û got serokkomar Tayyîp Erdogan bi OHAL'ê re hewl daye dengê çapemeniyê biçewisîne û bang kir ku Cigira serokê Komîsyona Ewropayê Federîca Mogherînî jî bikeve nava tevgerê.

Endamên PE ji Cigira Serokê Komîsyona Ewropayê Federîca Mogherînî re nameyek nivîsî û balkişandin ser girtina edîtora JINHA'yê Zehra Doganê. Di nameyê de hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê nêzî 120 rojnameger girtîne û wiha got: "Rejîma Erdogan piştî hewldana darbeyê bi OHAL'ê re zextên li ser çapemenî û dengên serbixwe zêde kiriye."

Endamên parlamentoyê bang li Federîca Mogherînî kir ku bikeve nava tevgerê û di hevdîtina xwe ya bi rayedarên Tirk re bêje ku bila rojnameger, nivîskar û siyasetmedar serbest bên berdan. Her wiha endamên parlamentoyê dan zanîn ku rojnamegera ajansa nûçeyan a jinan JINHA'yê Zehra Dogan jî ji 21'ê Tîrmehê û şûnde girtiye û got Zehra Dogan tenê yek ji van rojnamegerane.

(fk\hu)