Xebatên Komeleya Rojava tê astengkirin

09:13

JINHA

AMED - Komeleya Rojava ji dema êrîşên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê kampanya pêk anî û piştevaniya civakî ya mezin afirand, niha ji bo qadên rêveberiyên xweser dixebite. Lê xebatên komeleyê bi girtin, binçavkirin û cezayan tên astengkirin.

Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Rojava ku xebatên xwe bê navber didomeîne. Komele di bûyerên kareset, şer û yên din civakê de jib o mirovên mexdur dibin xebatan didin destpêkirin. Komele di 2014'an de piştî êrîşên li dijî Kobanê hat avakirin. Navenda komeleyê jî li Amedê ye.

Xebat tên astengkirin

Komele niha ji bo Şirnex, Gever, Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Sîlopiyê xebatan didomîne. Ji bo welatiyên ku ji navçeyên xew û bajarên xwe koç kirine, bi hatina zivistanê re lez dan xebatên xwe, lê bi hincetên cuda xebatên wan tên astenkirin.

Xebatkara Komeleyê Cemîleyê diyar kir ku bi gel re di her alî de piştevaniyê mezin dikin û got bi zextên dewletê re rû bi rû mane. Cemîleyê wiha got: "Serokên komeleyê, xebatkarên wê hatin binçavkirin,derbkirin û girtin. Mufetîş ku wezareta karê hundir peywirdar kiribûn îsal gelek caran cezayê pere birîn."

Cemîleyê destnîşan kir ku piştgiriyên ji her derê cîhanê tên digihînin cihên hewcedar û got: "Ji bom e navend, navçe, nîjad ferq nake. Dixwazin bi zextên wisa komeleya me pasîf bikin. Her wiha ev zext jî wê bi piştevaniya gel bê şikandin."

(be/hu)