1'mîn navenda TJC'ê li Hesekê hat vekirin

11:11

JINHA

HESEKÊ-Yekemîn navenda TJC'ê li bajarê Hesekê bi coşeke mezin hat vekirin.

Yekemîn Navenda Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi navê Şehîd Berfîn li taxa Til Hacer ya bajarê Heseka Kantona Cizîrê bi coşeke mezin vebû. Bi dehan jin û saziyên civaka sivîl û endamên Tevgerê tevlî merasîma vekirinê bûn.

Di vekirina navendê de Rêvebera TJC'ê Albîn Hesekê axivî û bixêr hatina li mêvanan kir. Albînê kêfxweşiya xwe bi vekirina navenda Jinên Ciwan anî ziman û wiha got: "Em vekirina Navenda Şehîd Berfîn li hemû jinan, bi teybet li jinên ciwan pîroz dikin. Jinên ciwan di nava civakê de gihane astekê ku xwe xwe avadikin û xwe pêşbixin."

Albînê li ser jiyana Berfîn ya ku navê wê li navendê hatiye kirin jî wiha axivî: "Şehîd Berfîn di nav xebatên jinên ciwan de bû û paşê tevlî refên gerîlla bû. Ew xwedî hêz û vîneke mezin bû. Koletî qebûl nekir. Tim dixwest ku jinên ciwan tevlî perwerde û têkoşînê bike. Herî dawî jî tevlî YPJ'ê bû û li şerê Kobanî di sala 2014'an bi qehremanî şehîd bû."

Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Sîlva Çiya jî vakirina navendê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû jinên têkoşer pîroz kir.

Silîvayê li ser rola navendê jî axivî: "Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinên ciwan, weke zewaca bi temenê biçûk û hwd. navendekî weke navenda Şehîd Berfîn, dê bibe cihê çareseriya pirsgirêkan."

Piştre navend bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û bi tîlîlî û çepikên jinên ciwan ji hêla dayika bi navê Hediye Hac Emîn ve hate vekirin.

Di dawiya merasîma vekirinê de govend hat gerandin.

(ee/ls/rc)