15 jinên Qursa jimaryarî didîtin sertîfîka stendin
11:18
JINHA
AMED - Yekeya Aborî ya Gerînendehiya Jinan a Şaredariya Peyasê ji bo jin bibin xwedî pîşe qursa jimaryariyê vekir û 15 jinên ku di qursê re derbas bûn sertîfîkayên xwe wergirtin.
Yekeya Aborî ya Gerînendehiya Jinan ji bo jin bibin xwedî pîşe qursa jimaryariyê ya li Navenda Ekîn Ceren a Jinan vekiribû bi dawî bû. Di serdema ewilî de 15 jinan serî lê dabûn û 3 mehan perwerdehî domand. Berpirsiyara Yekeya Aborî ya Gerînendehiya Jinan Eylen Akincilar diyar kir ku dê qursa jimaryariyê bidome û weha domand: "Ji bo jinên beşdarî qursa jimaryariyê bûne em ê bi karmendan re têkevin nava têkiliyê. Em bi hêvîne ku ji bo tevahî şagirtên beşdarî qursa jimaryariyê bûne encameke erênî bi dest bixin.”
Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmed jî axaftinek kir û diyar kir ku di warê aborî de pêwîst e azadiya jinê hebe, ji ber ku di jiyanê de diyarker e û weke şaredariya peyasê ji bo îstîhdama jinan çi pêwîst be dê bike. Fatmayê di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: "Em dikin armanc ji bo bigihên gelek kesan. Di vê demê de pir giring e ku hûn jin li gel me bin.” Piştî axaftinan sertîfîka dan jinên di qursa jimaryariyê re derbas bûne. "
(rc)