Gelê Efrîn ve Şehbeyê berê xwe dan gundên tên topbarankirin

12:16

JINHA

EFRÎN - Gelê Efrin û Şehbayê li hember dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê berê xwe dan gundê Um Hoş ya ku şevê din ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî topbarankirin. Koordînasyona TEV-DEM'ê jî li hember êrîşên dagirkirinê banga serhildanê li gel kir.

Artêşa tirk şevê din gundên Um Hoş, Um Qura, El-Hesiye û Bendava Şehbayê û gundên Meydan Ekibes, Mele Xelîl, Hemam, Dêr Belût û navçeya Cindirêsa Efrînê dabû ber dopan. Welatiyên Efrîn û herêma Şehbayê li hember êrîşên dagirkeriyê ketin nava liv û tevgerê. Gelek welatî şevê din berê xwe dan gundê Um Hoş ya ku ji aliyê artêşa tirk ve dihat topbarankirin. Welatî piştî gihan herêmê li hember dagirkeriyê dest bi çalakiyê kirin.

TEV-DEM'ê banga serhildanê li gel kir

Koordînasyona TEV-DEM'ê derbarê dagirkeriya dewleta tirk ya li ser axa Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk armanc dike axa Sûriyeyê dagir bike û li hember hêzên şoreşger şer bide destpêkirin û wiha domand: "Erdogan di polîtîka xwe ya dagirkirina Mûsil û Iraqê de têkçû. Ji ber vê yekê êrîşî xaka Sûriyê dike û dixwaze tişta ku li Iraqê wenda kiriye vegerîne. Polîtîka ku Tirkiyeyê dide meşandin polîtîkeke qirêj e, dagirkeriye û tu têkiliya xwe bi şerê li dijî DAIŞ`ê re tuneye. Tirkiyeyê dixwaze sînorên xwe yên Peymana Milî ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn wenda kirine vegerîne. Tirkiyê bi van êrîşên xwe ne tenê herêma Bakurê Sûriyeyê hedef digire. Hedefa wê tevahî xaka Sûriyê ye. Ji ber vê yekê dive hemû hêzên Niştîmanî li hemberî vê dijminahiya Tirkiyê ya li ser xaka me helwest diyar bikin. Divê gelê me jî li dijî dagirkirina xaka xwe rabin serhildanê.”

Koordînasyona Rojava: Armanca Tirkiyeyê dagirkirine

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava destwerdan û bombebarana balafirên tirk ên li ser herêmên Şehbayê û Kantona Efrînê, bi daxuyaniyekê şermezar kir û da zanîn ku tirkiyeyê bi van kiryarên xwe careke din îsbat dike ku ew çeteyên DAIŞ′ê diparêze.

Di daxuyaniya Koordînasyonê de ev tişt hat gotin: "Em wek koordînasyona giştî ya hersê Kantonên Rojava ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, destwerdanên Tirkiyeyê şermezar dikin. Em ê bi hemû derfetên xwe hewl bidin, parastina welatiyên sivîl ên tevahiya herêma Bakûrê Sûriyê bikin. Tirkiyê bi van kiryarên xwe, careke din îsbat dike ku ew çeteyên DAIŞ′ê diparêze û diyar dike ku ew ji rizgarkirina gundên herêmên Şehbayê ya ji çeteyên DAIŞ′ê ne razî ye. Em bang li raya giştî ya cîhanî, Desteya NY, DYE, Yekîtiya Rûsya, tevahî rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl dikin ku bêdeng nemîne û zextê li ser Tirkiyeyê bikin, da destwerdana xwe yên li ser herêmên Rojava rawestîne. Tirkiyê bi van kiryarên xwe, hemû hevpeymanên navneteweyî binpê dike."

(rc)