Kongreya Star êrîşên li ser Efrînê û Şehbeyê şermezar kir
13:18
JINHA
HESEKÊ- Rêxistina Kongreya Star li ber Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirkiyeyê û çeteyan ya li ser Kantona Efrîn û herêma Şehbayê bi tundî şermezar kir û banga berxwedanê li gel hat kirin.
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Rêxistina Kongreya Star ya bajêr li ber Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava bi tevlîbûna dehan jinên bajêr bi armanca şermezarkirina êrîşên ser Kantona Efrîn û herêma Şehbayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongreya Starê Şêrîn Oso ve hatî xwendin de wiha hat gotin: "Em weke Kongra Star êrîşên dewleta Tirkiyeyê ku bi balafiran li gelê me li Şehba û Efrînê bombeyan dibarîne, bi tundî lenet dikin. Tirkiye bi hinceta çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Rojava û Sûriyê dike. Gelê me li Efrînê li dijî van êrîşan li ber xwe dide."
Di berdewama daxuyaniyê de Şêrînê got: "Em dixwazin tev cîhan destwerdan û dagirkeriya dewleta Tirkiyê bi çavên xwe bibîne. Em ji gelê xwe dixwazin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemîn in."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedan" bi dawî bû.
(ee/ls/rc)