Zeynep Altinkaynak 14 rojin dibin çavan dene

14:05

JINHA

AMED - 15 kesên ku di nava wan de Rêvebira KJA'yê Zeynep Altinkaynak jî heye ji ber îxbarên derew ên maîlê ev 14 rojin di bin çavan de ne.

Li Amedê polîsan bi hinceta îxbarên li ser maîlê bi ser malan de girtin û di serdegitina malan de 15 kesê ku di nava wan de Rêvebera KAJ'yê Zeynep Altinkaynak jî hene binçavkirin û ev 14 rojin di bin çavan de ne. Zeynep û 14 kesên din ên navê wan ne hatin zanîn li Midûryeta Polîsan a Amedê tên girtin, derbarê lêpirsîna wan de biryara veşartî hat dayîn û ne hat zanîn ku ji ber çi tên sûcdarkirin.

Nayê zanîn ku dê kengî îfadeya kesên hatine binçavkirin bê girtin.

(zt)