Li Amûdê komîna 'Şehîd Hêlîn' ya xweser hat vekirin

14:09

JINHA

AMÛDÊ- Komîna Şehîd Hêlîn ya xweser li gundê Cagir Bazar bi merasîmekê hat vekirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Starê li gundê Cagir Bazar ya li başûrê Amûdê ya Kantona Cizîrê komîna bi navê 'Şehîd Hêlîn' ya xweser bi merasîmek hat vekirin. Di merasîmê de hevseroka TEV-DEM ya bajêr Fatma Şakir, rêvebera Kongreya Star Mera Zoro, herwiha endamên Komînên Şehîd Lezgîn û Şehîd Hêlîn amede bûn.

Merasîma vekirina komînê bi rêzgirtinê destpêkir. Rêvebera Kongreya Star Mera Zoro girîngiya komîna jinan û rola wê di aliyê pêşxistina jinê de anî ziman. Piştre vekirina komînê li tevahiya niştecihên gund hat pîrozkirin.
Di dawiyê de jî benê sor ji hêla rêvebera komînê Medya Omer û jineke temen mezin ya li gund ve hat birîn. Dayikan bi çepik û tîlîliyan vekirina navendê pîroz kirin û di dawiyê de şêranî li jinan hat belav kirin.

(rh/şz/rc)