Îlham Ehmed: Tirkiyeyê ji bo astengkirina hemleya Raqayê êrîşê Efrînê dike

14:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ji bo vala derxistina hemleya Raqayê êrîşê Efrînê dike.

Balifrên şerê ên Tirk, çeteyên DAIŞ’ê û hêzên arêtşa azad a Sûriyê ji duh ve gundên girêdayî Kantona Efrînê topbaran û bombebaran dikin. Der barê mijarê de Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed diyar kir ku di encama êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û wiha got: "Niha 20 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Êrîş hêjî berdewam dike ji bo wê jî kes nikare biçe herêmê û cenaze û birîndaran rake.” Derbarê êrîşên di 30 km sînorê Tirkiyeyê û 20 km navenda bajarê Helebê de Îlhamê wiha axivî: “Hêzên Artêşa Azad duh gef xwarin ku; Til Refet vala bikin, em ê bikevinê. Duh tevahiya rojê gundên li wê herêmê topbaran kirin. Ji seatên êvarê ve êrîşa balafiran destpê kir. Balafiran bi dijwarî êrîş kirin. Piştî wê hema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin. Di êrîşa duh de ji bejahiyê DAIŞ û Artêşa Azad û ji hewa jî balafirên artêşa tirk êrîşkirin. Dewleta tirk, DAIŞ û Artêşa Azad bi hevre êrîş kirin.”

‘Tirkiye ji bo pêşiya operasyona Reqqayê bigre êrîşî Efrînê dike'

Îlhamê destnîşan kir ku ger hêzên Koalîsyonê van êrîşên dewleta tirk nede sekinandin ew ê wan jî hevkarê Tirkyeiyê û hêzê pêve girêdayî binirxînin û wiha axivî: “Tirkiyeyê di vê demê de tevlî operasyona Mûsilê nebû. Ji bo tevlî operasyona Reqqayê bibe jî gelekî îsrar kir. Lê ew jî neda qebûlkirin. Hêzên QSD’ê jî di vê demê de amadekariyên operasyona Reqqayê dike. Jixwe armanca Tirkiyê ya ku dixwaze beşdarî operasyona Reqqayê bibe, parastina DAIŞ’ê ye. Dixwaze Reqqayê bixe bin desthilatdariya xwe. Dema QSD’ê diyar kir ku ew xwe ji bo operasyona Reqqayê amade dikin, ji bo li dijî DAIŞ’ê operasyonek bi vî rengî neyê destpêkirin, êrîşî Efrînê dike. Dixwaze li Sûriyê her tim DAIŞ hebe û ew jî li ser vê yekê siyasetê bike û xwe li ser Sûriyê serwer bike.”

(rc)